SALIH MUSLIM: DEWLETA TIRK MECBÛRÊ NÊRÎNÊN OCALAN E

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyama dawî ya Rêber Abdullah Ocalan wek gaveke erênî bi nav kir û anî ziman ku çareseriya pirsgirekê li Îmraliyê ye. Muslim got “Divê ji bo çareseriyê dewleta Tirk muxatab ava bike. Rûniştina ser masê û guftûgo esas e.”

Têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ajansa Hawarê re axivî.

Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê hindir û derve de yên li dijî kurdan de, nema dikare encam bigre.
Ji ber vê, dewleta Tirk neçar dimîne ku rê bide nêrînên Rêber Ocalan.

LIHEVKIRINEKE LI SER ESASÊ NASKIRINA KURDAN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER DIKE

Salih Muslim nirxandinên Rêber Ocalan a derbarê dîroka Tirk û Kurdan de wiha şîrove kir:

Dijminatiya ku desthilatiya Tirkiyê di navbera Kurd û Tirkan de kiriye, her tim ziyan gihandiye dewleta Tirk.

Kengî lihevkirinek li ser esasê naskirina Kurdan çêbe, wê demê wê pirsgirêka Tirkiyê û Kurdan çareser bibe.

Ji ber wê, Rêber Ocalan peyama xwendina dîrokê dide.

Muslim têkildarî erka Ocalan di çareserkirina pisgirêkan de,bal kişand ser girîngiya hebûna muxatab, û got:

Ya girîng ew e ku Rêber Ocalan bi diyalogan dixwaze pirsgirêkê çareser bike, lê hebûna muxatab û pêşeng girîng e.

Ji bo hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin, rûniştina ser masê û goftûgo esas e.

GER LI BAKURÊ KURDISTANÊ ÇARESERÎ PÊK NEYÊ WÊ LI PARÇEYÊN DIN JÎ PÊK NEYÊ

Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim banga Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkê ku dibejê ‘Ez amade me di hefteyekê de çareser bikim’ wiha got:

Di vê peyamê de zelal derdikeve ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye.

Dayîna dema hefteyek jî encama baweriya Rêber Ocalan bi gel, hêz û paradîgmaya xwe ye.

Em hêvî dikin dewleta Tirk ji Rêber Ocalan re bibe muxatab.

Pirsgirika Kurd bi pirsgirêka Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.

Heya pirsgirêk li Bakurê Kurdistanê çareser nebe, li tu perçeyên din jî çareser nabe.

Leave a Reply

Back to top button