TEV-DEM: BI DAXUYANIYEKÊ CEJNA QURBANÊ LI HEMÛ GELAN PÎROZ KIR

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyên cuda Cejna Qurbanê li gelên Sûriyê û hemû gelên Musilman pîroz kir.
Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:
Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.
Mirovên me têne kuştin û xwezaya welatê me tê wêrankirin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de, bi aramî cejnên xwe pîroz bike.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya Cejna Qurabnê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û cejn li hemû gelan pîroz kir.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Gelê Sûrî cejna Qurbanê piştî têkbirina terorê li ser erdê, pîroz dike.

Lê heya niha gelek alî hene dixwazin terorê vejîn bikin.

Ev jî bi rêya gefên rojane û bicihkirina hêzên çekdar li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî, pêk tê.”

TEV-DEM’ê got ku bi hatina cejnê re, heya niha gelê me li Efrînê bi kiryarên qirêj ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû dimîne û wiha domand:

“Gelê me li kampên kantona Şehbayê rewşên jiyanî yên xirab derbas dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiya daxuyaniya xwe de hêviyên aştî û aramiyê di demeke zû de li Sûriyê anî ziman.

KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê
BI PEYAMEKÊ CEJNA QURBANÊ LI HMÛ MISILMANAN PÎROZ KIR

Her wiha bi heman armancê Konseya Rêveber a KNK’ê jî peyameke pîrozbahiyê weşand.

KNK’ê di peyama xwe de wiha got:

“Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.

Mirovên me têne kuştin û xwezaya welatê me tê wêrankirin.

Gefên dijminan li ser Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin.

Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyê, bi hemû rê û rêbazan li ber xwe didin û bi qehremanî êrîşên dijminan vala derdixin.

Lê mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, tişta sosret ew e ku yên êrîşî gelê me dikin, ne bi tenê xwe Musilman didin xuya kirin, lê belê xwe weke serkêşên Musilmanan didin nîşandan.

KNK di dawiya daxuyaniya xwe de cejna girtiyên zîndanan, şervanên azadiyê, gelê Kurdistanê û giştî cîhana Îslamî pîroz kir.

 

Leave a Reply

Back to top button