Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Rênas Rêbaz re xwest

Bi dehan ji Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Osman (Rênas Rêbaz) re xwestin.

Gerîla Mihemed Osman (Rênas Rêbaz) 26’ê Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo sersaxiya malbata şehîd Mihemed Osman kon veda.

Şêniyên Kobanê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan konê sersaxiyê.

Di merasîma sersaxiyê de kesên axivîn soza dewamkirina rêya şehîdan dan û gotin: “Gerîla hêvî û pêşengên me ne. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li hember berxwedana gerîla têk çûye, çekên kîmyewî bi kar anîn.”

Dawiya merasîmê, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Back to top button