Hêzên Asayîşê li Reqayê operasyonek pêk anî

Hêzên Asayîşê li Reqayê operasyonek pêk anîn û di encamê de Şaneyeke DAIŞ’ê girtin û bi wan re madeyên çêkirina teqemeniyan jî desteserkirin. 

9’ê Çileyê, di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞê de û bi belgeyên îsbatkirî hêzên Asayîşê li Reqayê operasyon pêk anî.

5 Çete hatin girtin û madeyên teqemeniyê li gel wan hatin dîtin

Di encamê de 5 kesên ku girêdayî şaneyeke DAÎŞ’ê bû hatin girtin.

Ev şane destê wê di êrişa navenda hêzên Asayişê ya li Reqayê ku 26’ê Kanûna 2022’an qewimî hebû.

Her wiha hejmareke mezin ji madeyên bingehîn ên ku di çêkirina teqemeniyan de dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.

Back to top button