Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Xedîr Ebdulkafî El Şêx li goristana şehîdan oxir kirin.

Şervana YPJ′ê Xedîr El Şêx di 10′ê Çileyê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û got: “Şehîd pêşeng û meşaleyên ronahiyê ne û wan di xêzkirina sînorê welat de canê xwe dan.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El Zahir jî got: “Em li hember kesên di oxira axa welat û parastina wê de canê xwe dan serê xwe ditewînin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button