XORŞÎD DELÎ: TIRKÎ BÊ EMERÎKA NIKARE OPERASYONEKE LEŞERÎ LI DAR BIXE

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bertek zêde dibin. Lêkolîner û pisporê karûbarên Tirkiyê Xorşîd Delî diyar kir ku gefên dewleta Tirk cidî ne û divê li ser werin rawestandin. Li aliyekî din Şêxên êlên Ereban, van gefan red dikin û dibêjin, Herêmên me ewle ne û pêwîstiya me bi herêma ku Erdogan dixwaze ava bike, tune ye. 

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bertek zêde dibin.

Lêkolîner û pisporê karûbarên Tirkiyê Xorşîd Delî têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Delî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî metirsiyeke cidî ye, divê li ser were sekinandin û got:

“Divê were naskirin ku Tirkiye bêyî lihevkirina bi Emerîka re, nikare operasyoneke leşkerî li dar bixe.

Lê heta niha tiştek wisa nîn e, piraniya gefên Tirkiyê fişarên siyasî ne.

Armanc jê ew e ku rêveberiya Emerîka mercên dewleta Tirk ên avakirina herêma ewle qebûl bike.

ŞÊXÊN EŞÎRÊN EREB: PÊWÎSTÎYA ME BI HERÊMA KU ERDOGAN DIXWAZE TUNE YE

Bi heman armancê şêxên hozên Ereb jî axivîn û gefên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şêxê hoza El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-So’an diyar kir ku armanc ji herêma Ewle dagirkirina herêmê ye.

Şêxê hoza Cabat, Telal El-Sîbat jî got gefên Erdogan ji ber tirsa wî ya ji projeya demokratîk a li herêmên Rêveberiya Xweser e.

Her wiha Şêxê hoza Benî Seîd, Fehed El-Şilaş jî diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ewle ne û pêwîstî bi herêma ku Erdogan dixwaze ava bike, tune ye.

ŞÊNIYÊN REQAYÊ BANG LI CIWANAN KIR KU TEVLÎ ERKA XWEPARASTINÊ BIBIN

Şêniyên bajarê Reqayê jî têkildarî heman mijarê axivîn.

Şêniyê bi navê Salih Îbrahîm teqez kir ku ew wek ciwan, wê li dijî gefan derkevin û gelê xwe biparêzin.

Şêniya bi navê Henan Mihemed jî axivî û bang li tevahî ciwanan kir ku tevlî Erka Xweparstinê û dewreyên li akademiyên leşkerî bibin.

Li aliyekî dîtir jî şêniyê bi navê Abdullah Elkan axivî û got,

“Erka parastina gel li ser milê tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Ji ber wê jî ez bang li ciwanan dikim ku tevlî Erka Xweparastinê bibin û li dijî gefan derkevin.”

 

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close