“Li dijî êrişan em ê parastina xaka xwe bikin”

Malbetên şehîdan ên Tebqayê diyar kir ku ew pişta xwe nadin tu hêzeke derve û em ê parastina xaka xwe bikin.

Birayê şehîd Ebdurehman El Hisên, Ebdulhekîm El Hisên got:

“Divê dawî li êrişên ku her roj li herêmê tên kirin, bê ..

Pêkhateyên herêmê yek e, hevgirtina wan ji kevn de ye.

Divê em vê hevgirtinê xurt bikin ..”

Bavê şehîd Îbrahîm El Şamî, Mehmûd El Şamî jî dibêje:

Dewleta Tirk sûcên herî hovane li dijî herêmên me pêk tîne..

Ev yek ji bo pêkanîna armancên wê ye.

Divê yekitiya gel di nava hemû pêkhateyan de were xurtkirin..

Bavê şehîd Îbrahîm El Şêx, Mihemed El Şêx jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:

Em pişta xwe nadin tu hêzeke derve..

Em ê di parastina xaka xwe de, pişta xwe bidin xwe.

Back to top button