Hêzên Rizgariya Efrînê, bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.
Hêzên Rizgariyê di daxuyniya xwe de wiha got,
“Hevalê me Heqî Qerar di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Şera de, şehîd bû.
Heval Heqî, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû, bi biryardarî û azweriyeke xurt bi cih anî.”
Hêzên Rizgariyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Hesen îso bi nasnav Heqî Qerar, li gundê Metîna yê navçeya Şera ji dayîk bûye, 9’ê Tebaxa 2019’an li gundê Merenazê yê heman navçeyê şehîd bû.
HESEN ÎSO
HEQÎ QERAR – EFRÎN
9 TEBAX 2019 – EFRÎN