Li bajarê Babê yê di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye, teqînek pêk hat. Kesek hat kuştin û 6 jî birîndar bû.
Teqîn danê sibehê li nêzî mizgefta Muteyem a taxa Senter a navenda bajêr pêk hat.
Çavkaniyan diyar kir ku teqîn bi rêya motorsêklêteke bombebarkirî pêk hatiye.
Li gorî heman çavkaniyan, kesê bi navê Mihemed Bekirî Ebûd ê ji navçeya Til Rifetê hat kuştin û 6 kes din jî birîndar bûn.