Hevdîtina bi Rêber Ocalan re 3 meh din hat qedexekirin

Sê mehên din jî hevdîtinê bi Rêber Apo re hate qedexekirin. Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî wek “cezayê dîsiplînê” nîşan dan û parêzeran got, ew ê serî li AYM’ê bidin.

Ji 21 mehê zêdetir e ji Rêber Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin.

Herî dawî di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya.

Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’yê kanûna 2022’yan û 3’yê çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din.

Ev qedexe di 4’ê çile de hatiye birîn.

Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî wek “cezayê dîsiplînê” nîşan da.

Lê belê sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin.

Parêzerên Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir.

Parêzeran ragihand ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.

Back to top button