Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Qileban a Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
HPG’ê got li Geverê leşkerek hate kuştin, hejmara kuştî û birîndarên li Şirnexê nehate zanîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hate parvekirin:
“2’ê Tebaxê gerîla li dijî qereqola Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xist.
Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate diyarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, gerîlayên YJA-Starê roja 8’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Girê Sîser ê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîkastê li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.