Endamekî ji Şandeya Bilind a Şengalê derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê û telefona Erdogan ya ji bo Sûdanî, agahiyeke girîng eşkere kir û got:
“Erdogan û Barzanî zextê li ser hikûmeta Sûdanî dikin da ku peymana li dijî Şengalê pêk bîne.”
8’ê vê mehê şandeyeke paye bilind a ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk dihat serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribûn.
Li wir Şandeyê bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û gelek lîderên hêzên siyasî yên Iraqê re jî hevdîtin kiribûn.
Di hevdîtinan de, daxwaza hilweşandina peymana dijî Şengalê ya navbera PDK’ê û hikûmeta Mistefa Kazimî de û vegerandina koçberên Şengalê hatibû kirin.
Balkêşe piştî serdana şandeya Şengalê Serokkomarê Tirk Erdogan yekser bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axaftineke telefonî kir.
Çavkaniyek: Erdogan ji Sûdanî xwastiye daxwazên şandeya Şengalê bi cîh neyne
Li gorî agahiyan Erdogan ji Sûdanî xwastiye, guh nede daxwazên şandeyê û divê misoger peymanê bicîh bîne, yan jî wê di rewşeke berovajî de piştgirî nede hikûmeta wî.
Heman çavkaniyê ragihand, piştî axaftina Erdogan ya bi telefonê, Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û bi Sûdanî re rûnişt.
Piştî telefona Erdogan a bi Sûdanî re, Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir
Çavkaniyek: Armanca serke ya serdana Mesrûr Barzanî Şengal bû
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mesrûr Barzanî jî li xwe mikûr hatibû ku wan mijara Şengalê di hevdîtina li gel Sûdanî de destgirtiye û jê xwestiye peymana di dema hikûmeta Kazimî de bicîh bînin.