​​​​​​​Li Derayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dewam dikin

Bi sedan şêniyên bajarê Casim ê Derayê li dijî hikumeta Şamê daketin qadan û banga hilweşandina rejîmê û berdana girtiyan kirin.

Li gelek bajarên Casim, Mizêrîb, Xebaxib, Senemên, Dadil û Til Şihab ên parêzgeha Derayê bi sedan kes li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan.

Xwepêşanderan banga hilweşandina rejîmê û serbestberdana girtiyên di zîndanên hikûmeta Şamê de kirin.

Li hember van daxwazan jî hikumeta Şamê bêdeng e.

Çavdêr hişyarî didin ku eger hikûmeta Şamê di vê bêdengiya xwe de bimîne û çareseriyekê nebîne wê rewş hîn xerabtir bibe.

Serokê opozisiyona Sûriyê li Ezazê lêdan xwar û hat qewitandin

Bertekên li dijî nêzîkatiyên di navbera Enqera û Şamê de jî dewam dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi sedan şêniyên bajarê Ezazê li dijî van nêzîkatiyan xwepêşandan li darxistin.

Şêniyan li serokê opezesiyona SûriyêʹʹÎtîlaf El-Watanîʹʹ Salim El-Mislet dan û ew ji bajar qewitand.

Back to top button