Welatiyê bi navê Veysî Taş (65) ku li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a navçeya Artuklu ya Mêrdînê notirvanî dikir, ji bo tecrîda giran li dijî Rêvber Ocelan agir berda canê xwe.
Veysî Taş (Bubo) ku li Sîteya Pêşesaziyê ya Biçûk a li Artukluyê xwe şewitand,
Şevê din di saetên şevê de agir ber da can xwe.
Taş, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li wir jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Taş, li Goristana Taxa Îstasyonê hate veşartin.
Veysî Taş beriya ku xwe bişewitîne vîdeoyek kişand û da zanîn ku ew canê xwe dişewitîne û vê calakiyê dike ji bo tecrîda dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Taş, di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di Zindana Amedê de hatibû ragirtin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin.
Herî dawî 6 meh berê cara duyemîn ji girtîgehê derketibû.