Dewleta Tirk gundên Kobanê, Şera, Şehba û Şêrewa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kobanê, Şera, Şehba û Şêrewayê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundên Merenaz, Tat Meraş, Şewarxa, Malikiyê û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Heta niha 125 guleyên obîs û hawnan li van gundan ketine.

Dewleta Tirk beriya niha bi çend saetan jî gundên Ayndqenê, Bêlûniyê, Minix û Şêx Îsa yên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.

Heta vê kêliyê nêzî 80 guleyên obisê li van gundan ketine.

Hem wextî wê dagirkeran bi obîsan êrişî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir.

Dagirkeran gundê Ziyaret yê dikeve rojavayê Kobanê jî topbaran kir.

Beriya wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî da ber topan.

Di saetên ber êvarê de artêşa Tirk gundê Şealê ya girêdayî Şehbayê topbaran kir.

Back to top button