Heleb- Salvegera damezrandina Kongra Star hat pîrozkirin

Salvegera 18’emîn a damezirandina Kongra Star li Helebê bi şahiyekê hat pîrozkirin. 

Pîrozbahî bi beşdarbûna bi dehan kesî li Hola Elwan a taxa Şiqêf hat lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa axivî û salvegera damezrandinê li beşdaran pîroz kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star Valendîna Ebdo behsa dîroka Kongra Star kir û got:

“Kongra Star 15’ê Çileya 2005’an bi navê Yekitiya Star hat avakirin.

Armanca yekitiyê ew e ku rola jinê û dîroka wê bi hemû jinan re bide nasîn.

Yekitiya Star di çarçoveya xebata xwe de jin bi rêxistin kirin, da ku hebûn û îradeya xwe ya dîrokî ya nas bikin.

Li ser vî bingehî jinan bi dirûşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ xwe bi rêxistin kir û li hemberî pergalên serdest ên destpotî sekinin.”

Di dawiya pîrozbahiyê de komên mûzîk û dîlanê yên Navend Çand û Hunerê ya Cemîl Horo berhemên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button