Wîsam El-Omer: Em amade ne herêmê biparêz in

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî dibêje ji destpêka salê ve êrişên Tirkiyê zêde bûne.

Wîsam El-Omer li ser rewşa dawîn a eniyên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî agahî dan.

Wîsam El-Omer da zanîn ku ji destpêka 2023’yan ve Tirkiyê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine û got:

“Di van êrişan de hemû cure çekên sivik û giran bi kar tînin û malên welatiyan dikin armanc.”

El-Omer destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk zêdekirina qada dagirkeriyê ye û belavkirina terorê ye.

Dawiyê Wîsam El-Omer piştrast kir ku li hember her cure êriş ew amade ne parastina herêmê bikin.

Back to top button