MUSTAFA KARASU: DI NEXWEŞXANEYÊ DE BÛM Û AMADEKARIYA 15’Ê TEBAXÊ JI MIN RE HAT GOTIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû di derbarê 15’ê Tebaxê de ji Radyoya Dnegê Welat re axivî.

Mûstafa Karasû diyar kir, ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê hewldaneke leşkerî bû, di heman demê de şoreşeke demokratîk pêk anî ku civak guhert.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû, di dema pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li Girtîgeha Amedê dîlgirtî bû anî ziman, ku beriya pêngavê agahî jê re hatibû û qala wê demê kir:

Piştî ku rojiya mirinê di Çileya sala 1984’an de bi dawî bû em li nexweşxaneyê dihatin dermankirin û malbatên me dihatin dîtina me.

Di hevdîtinekê de malbatek hat gel me û got, ‘ez ê tiştekî gelekî girîng ji we re bêjim’.

Anî ziman ku heval derketine çiyê, amadekarî kirine û wê di demeke kurt de dest bi têkoşînê bikin.

Got, ‘Ji min xwestin ku vê agahiyê bidim te, lê anîn ziman ku divê ji kesî re neyê gotin’.

Bi rastî jî dema min bihîst min hemû êşa xwe bîrkir û ez gelek kelecanî bûm.

MUSTAFA KARASU: PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ RIHÊ BERXWEDANÊ AFIRAND

Mustafa Karasu wiha behsa girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê kir:

Eger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya wê piştî faşîzma 12’ê Îlonê li tevahiya Kurdistanê wê qirkirin bihata kirin û wê rewşeke wek îro derneketa holê.

Mîna ku faşîzma 12’ê Îlonê plan kiribû wê li Tirkiyeyê hêzên dmeokrasiyê, gel û her kes bêdeng bûya, wê Tirkiye 50 salan bêdeng bûya.

Eger ev têkoşîna mezin nebûya, tevgerên gel ên jê re ‘Bihara Ereb’ tê gotin wê pêk nehatibûna.

Wê ti civak li dijî hêzeke paşverû ranewestiyabûya.

Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê tevgereke leşkerî bû, di heman demê de rihê berxwedaniyê rihê şoreşê di civaka Kurd û Rojhilata Navîn de afirand.

Ji vê yeke ev şoreş nema têk diçe.

MUSTAFA KARASU: DIVÊ CIWANÊN KURD JI BILÎ TEKOŞÎNÊ NEBIN XWEDIYÊ JIYANEK CUDA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de bang li Ciwanên Kurd kir û got:

Divê ciwanên Kurd ji bilî têkoşîna demokrasî û azadiyê, ji bilî têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd nebin xwedî felsefe û jiyaneke cuda.

Di vê çarçoveyê de bang li ciwanan dikim ku bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin.”

Leave a Reply

Back to top button