Dewleta Tirk cezayekî nû yê Dîsiplînê yê 3 meha li Rêber Apo birî.
Li dijî vê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî jî daxuyaniyek da.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got;
“Dewleta Tirk ji bo hevdîtinan qedexe bike, her car cezayê disiplînê yê nû dibire.
Car din bê sedeman nîşan bide 3 meh qedexeya mafê hevdîtinê birî.
22 meh in Rêber Apo û 3 girtiyên li Îmraliyê ji vî mafî mehrûm mane.”
Insiyatîfê diyar kir ku tevî bangên hemû azadîxwaz û demokratan, hiqûqnas, akademîsyen, bîrmend û siyasetmedar jî di nav de, dewleta Tirk bi israr e ku vê tecrîda ne rewa li ser Rêbertî bidomîne.
Insiyatîfê destnîşan kir ku dewleta Tirk polîtîkaya dijminatî dimeşîne û yasayên navdewletî binpê dike.
Di dawiyê de Însiyatîfê ev bang kir:
“Ji bo sala 2023’an bibe sala bidawîkirina tecrîdê û azadiya fêzîkî ya Rêber Apo divê Kurd û gelê azadîxwaz têkoşînê bilind bikin û bê deng nemînin. “