Newroz Ehmed: Tikriyê û Îraq jî di nava pilana êrişê de hebûn

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed encamên ku ji lêpirsînên debarê êrişa girtîgeha Sînaa de derketiye eşkere kir û got: Êriş bi pilan û destekek mezin hatibû amadekirin, di nava wê de pilana Tirkiyê û Îraq jî hebû.

20’ê Çileyê çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir.

Û hewl da çeteyên di girtîgehê de têne girtin, birevîne.

QSD’ê rê neda wan û 10 rojan di hundirê taxê de şerê DAIŞ’ê kir.

Piştî 10 rojan karîbû êrişê têk bibe û di encamê de girtîgeh careke din hat kontrolkirin.

Bi nêzîkbûna salvegera êrişê re, dane û belgeyên nû derdikevin..

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re hurguliyên pilankirina vê êrişê û encama lêpirsînan eşkere kir.

Back to top button