QSD’ê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Frmandar Xebat DêriK bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn.

Bîranînê bi merasîma leşkerî dest pê kir

Di merasîmê de ji Fermandarên QSD’ê Luqman Xelîl axivî û got:

“Şehîd Xebat Dêrik di kesayeta xwe de têkoşîneke mafxwaziyê di şert û mercekî ku tu kesî nikaribû xwe wekî Kurd îfade bike, bi zimanê xwe biaxive dabû avakirin.

Ji xwe bi wê têkoşîn û israsa ku raber dikir, artêşeke fedayî ji bo parastina hemû gelan da avakirin.

Emê heya serkeftinê şopdarên rêya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdan bin.”

Merasîm bi diruşmeyên şehîd Namirin bi dawî bû.

Back to top button