Li Zahîdanê bi hezaran kes li dijî dewleta Îranê daketin qadan

Serhildan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Tevî gefên darvekirin û girtinan jî berdewame.
Her çiqasî çar meh li ser serhildanê re derbas bibe jî dewleta Îranê di parastina desthildata xwe de bi îsrare û guh nade daxwazên gel.
Di demekê ku xwepêşandanên herî dirêj û bibandor yên salên dawî pêk tên jî ti nîşaneyek aramiyê xuya nake.

120 rojin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel bi daxwaza azadiyê li qadan e.

Serhildana ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkir, bû pêvajoyeke nû li welat.

Bi taybet hêrsa û cesareta gel ya dijî darvekirinên xwepêşanderan ku roj bi roj mezin dibe.

Îro careke din gelek malbatan li ber deriyê girtîgehan dest bi çalakiyên pirotestoyî kirin û banga rawestandina darvekirina xwepêşandêran kirin.

Li bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ev 15 heftene her roja Înê li dijî dewleta Îranê xwepêşandan pêk tên..

Roja Înê ango duh, li dijî desthilatê xwepêşandaneke berfireh hebû û hêjmareke pir zêde gel beşdar bû.

Di xwepêşandanan de li dijî Elî Xamneyî ku kesê yekem ê di desthilata dewleta Îranê de ye dirûşme hebûn.

Herwiha li dijî biryarên darvekirinan jî gel bi hêrs bû..

Jinên Belûçî banga piştgiriyê kirin

Jinên Belûçî jî li dijî dewleta Îranê li qadan bûn û banga piştgîrî û azadiyê kirin.

Li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî li dijî desthilatê nerazîbûn û çalakîyên cuda hebûn.

Hêzên dewletê bi êşkenceyê suc li ser girtiyan disepînin

Her wiha dengê yek ji xwepêşanderên Êsfehanê Mecîd Kazimî ku li gel 2 xwepêşanderên din ku bi sûcdariya kuştina 3 endamên hêzên dewletê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, belav bû..

Kazimî di vê tomara deng de diyar dike ku bi êşkenceya zêde ku lê hatiye kirin, ew mejbûr kirine ku vî sucî qebûl bike.

Parêzerê Hunermendê Kurd Seman Seîdî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, Hisên Sertîpî eşkere kir ku cezayê muwekîlê wî ji aliyê Dîwana Bilind a Dadê ve hatiye red kirin û dosya wî ji bo Serdozgeriya Giştî hate vegerandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê tevgereke zêde ya hêzên dewletê dewam e

Li Rojhilatê Kurdistanê jî hîn li gelek bajaran serweriya leşkerî berdewam dike û pêla serdegirtina malan û girtina çalakvanan dewame.

Back to top button