Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Êrişên dewleta Tirk bi armanca koçberkirinê ne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û got:
Hêzên wan amade ne bersiva êrişan bidin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsa û kantona Girê Spî zêde kirine.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer li ser rewşa dawîn a eniyên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî agahî dan.

El Omer da zanîn ku ji destpêka 2023’an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên nêzî eniyên şer zêdetir kirine û got:

“Di van êrişan de hemû cure çekên giran bi kar tînin, malên welatiyan dikin hedef da ku wan neçarî koçberiyê bikin.”

Armanca dewleta Tirk a dagirker lawazkirina ewlehiya herêmê, zêdekirina qada dagirkeriyê ye û belavkirina terorê ye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer dawiyê anî ziman ku hêzên wan amadene bersiva hemû hewldanên dagirkeriyê bidin û soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da.

Back to top button