QSD: Îdiayên têkildarî şehadeta 11 şervanên me ne rastin

Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 11 şervanên wan derewand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro 14ê Çileyê daxuyaniyek belav kir, tê de îdia kir ku 11 şervanên me şehîd bûne.

Ev îdia ji rastiyê dûr in.”

Back to top button