Siyaseta Kurd û rola HDP’ê di Tirkiyê de

HDP’ê êdî partî û rêxistina serekeye li Tirkiyê ku dikare qedera desthilatê di sinduqan de diyar bike.
Hilbijartênên Serokkomariyê yên Tirkiyê de jî HDP’ê bi Itîfaqa Ked û Azadiyê beşdar dibe û pêvajo bi dengên HDP’ê diyar dibe.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Kurdan ji bo tekoşîna siyasi û bidesxistina mafê xwe gelek partî avakirin.

Dewleta Tirk a Faşîst ku hebûna kurdan tehemul nedikir, her carê bi zext û êrişan ew dan girtin.

Lê Gelê Kurd bi damezrandina partiyên nû, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk xebatên xwe yên siyasî domandin.

Rêber Apo, da ku li Tirkiyê xeteke demokratîk a siyasî ava bike û hemû gelên Tirkiyê xwe tê de bibînin û cih bigrin, pêşniyara partiyeke hevpar a gelan kir.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP li ser vê pêşînyara rêber Apor di 15’ê Cotmeha sala 2012’an de hate damezrandin.

Gelên ku ji partiyên dewletê yên faşîst bêzar bûbûn, HDP’ê partiya xwe dîtin û li dorê kom bûn.

Bi taybetî ji bo jinan, HDP bû qadeke têkoşînê û xwe îfadekirinê.

HDP, li Tirkiyê pergala hevserokatiyê pêş xist û hişt ku bikeve makezagonên Tirkiyê.

Piştî du partiyên sereke ên Tirkiyê AKP û CHP’ê, HDP bû partiya seyemîn.

Di hilbijartinên giştî yên sala 2015’an de HDP %13.12 deng girt, barac derbas kir û bi 80 parlementeran kete meclîsa Tirkiyê.

HDP a ku bi vê yekê derbeyek mezin li partiyên Faşîst yên tirk da, zedetir bû hedefa êrişan.

Li ser vê yekê, dewleta Tirk û desthilata AKP’ê dest bi komployan kir û pêvajoya qirkirina siyasî ya berfireh dest pê kir.

4’ê Mijdara 2016’an hevserokên giştî yên HDP’ê jî di nav de, gelek kes bi doz û hincetên cuda hatin girtin.

Li hemberî êrişên desthilatê, berovajî îdîayên tunekirinê, HDP bi hêztir bû.

Di hilbijartinên heremî yên sala 2019’an de hêza HDP’ê carek din derket holê.

Piraniya şaredariyên bajarên Bakûrê Kurdistanê HDP bi dest xistin.

HDP’ê bi siyaset û dengên xwe pêvajoya pêşeroja Tirkiyê diyar dike

Her wiha şarederiyên bajarên herî mezin ên Tirkiyê yên mîna Stenbol û Enqere, bi dengên HDP ji desthilata AKP-MHP’ê hatin standin.

Îsal jî hilbajrtinên Serokkomariyê ku 5 sala carekê pêk tên wê werin lidarxistin.

Lewra, aliyên li Tirkiyê bi navê koalîsyona komarê û koalîsyona milet 2 bere ava kirine.

Partiya HDP di vê hilbijartinê de jî rola partiya kîlît dilîze û qedera aliyan dide diyar kirin.

Eger HDP berê dengên xwe bide kîjan aliyê, wê ew biser bikeve.

Lê HDP ragihand ku çareserî di koalîsyona ked û azadiyê de ye û ew ê bi namzetê xwe bikevin hilbijartinan.

Desthilata Faşîst a AKP-MHP, ku li ber tekçûnêye, bi doza girtina HDP’ê û qutkirina alikariya xezineyê hewl dide pêşiyê li HDP’ê bigre.

Niha pirs ev e;

Gelo di paşeroja Tirkiyê de, ji bo bidawîkirina polîtîkayên şer û kuştinê yên desthilatê wê HDP rolekî çawa bilize

Back to top button