“Eger têr xawrin, êdî li hev du didin”, ev gotinek gelêrî ye, lê hema rewşa niha ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji me re radigihîne. Di demên dawî de, li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi xwe de, sorkirin û cirandinek tê jiyîn.
Bi taybetî di navbera komên çete yên Erebên Sunî û Turkmen de.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku komên çete yên Sunî ji rewşa dawî tengezar bûne.
Hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker, çeteyên Sunî li dijî hêzên rêjîma Sûrî û Rûsyayê li Idlibê bi kar tînin.
Li aliyê din, çeteyên Turkmen jî dûrî eniyên şerê bi rêjîmê re tên hiştin.
Li gorî agahiyan, bi vê rêbazê û bi pilanekê bi Rûsyayê re, dewleta Tirk dixwaze çeteyên Sunî tune bike.
Tirk û Rûsan pilan kiribû hemû komên çete têxin şerê ku qaşo wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihata lidarxistin.
Lê hema piştî têkçûna pilana wê êrîşê, êdî wan çeteyan ber bi Idlibê ve bi rê dikin.