LI ŞENGALÊ JI BO BÎRANÎNA MAM ZEKÎ, PÊŞBIRKEK HAT LIDARXISTIN

Li komelgeha Borik a Şengalê, pêşbirkeke bezê ji bo bîranîna Mam Zekî Şengalî hat lidarxistin. Di pêşbirkê de 55 ciwanan cihê xwe girt û kêfxweşiya xwe anîn ziman

Endamê Rêveberiya Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018’an de di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de li Geliyê Şilo şehîd bibû.

Bi rasthatina salvegera şehadeta Şengalî re, li komelgeha Borik a Şengalê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Ezidî (YCÊ) pêşbirkeke bezê hat lidarxistin.

Bi giştî 55 ciwan tevlî pêşbirkê bûn.

Ciwanê bi navê Berekat Şeref yê asta yekemîn stand, li ser çalakiyê axivî û got;

“Çalakiyên bi vî awayî cihê kêfxweşiyê ne.

Tevî ku ferman û komkujî bi ser me de hat jî, carek din em li hev kom dibin û xebata xwe dewam dikin.

Wê kesek nikaribe me ji hev qût bike.”

Pêşbirk bi wergirtina xelatan bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button