“Dorpêçkirina Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî qirkirinê ye “

Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku dorpêçkirina Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Mihemed Emîn El Neîmî bal kişand ser sûcên ku hikumeta Şamê li dijî şênî û koçberan pêk tîne û got:

“Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê û herêma Şehbayê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Dorpêç sûcekî mezin yê dijî bi hezaran zarokan e..

Ji ber dorpêçê zarok ji hemû mafên xwe bê par man.

Di encama vê dorpêçê de nexweşiyên xeternak belav bûn û pêwîstiyên germkirinê tune ne.”

El Neîmî tekez kir ku ev dorpêç dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û wiha domand:

“Divê hikumeta Şamê li şûna ku xaka Sûriyê parçe dike bila bi yekbûna xaka Sûriyê bifkire.”

Back to top button