Desteya Tenduristyê projeyên sala nû eşkere kir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li darxist û ji bo sala 2023′yan de ji bo jinûve binesaziya hilweşyayî ya beşa tenduristiyê sererast bike, gelek proje da pêşiya xwe.
Ji wan jî avakirina nexweşxaneyeke taybet bi nexweşên guh, poz, qirik û çavan li Qamişlo. 

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser 9’ê Çile civîna xwe ya salê li dar xist û plansaziya sala nû eşkere kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyarkir ku wê jinûve binesaziya hilweşyayî ya beşa tenduristiyê sererast bike.

Ciwan Mistefa: Dê navenda klînîkên giştî li Kobanê were vekirin

Tê payîn li Qamişlo, Dêrik, hin herêmên Dêrazorê, Reqa û Kobanê yekîneyên xwînê werin vekirin.

Derbarê vê mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ciwan Mistefa ji ANHA’yê re axivî.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku ew ê navenda klînîkên giştî li Kobanê di demeke nêz de vekin.

”Dê li Qamişlo nexweşxaneyek nû were vekirin”

Li ser vekirina nexweşxaneyeke taybet bi nexweşên guh, poz, qirik û çavan li Qamişlo Dr. Ciwan Mistefa ev agahî dan:

“Pêdiviya Nexweşxaneya Dil û Çav ku xizmetên mezin pêşkêşî welatiyan kir û dike, bi firehkirinê heye.

Dê beşa çavan ji nexweşxaneyê were cudakirin û tenê nexweşxane bibe ya nexweşiyên dil.

Ji bo wê jî dê deste nexweşxaneyeke nû ji bo nexweşiyên çavan veke û tê de dê beşên poz û qirikê jî hebin.

Û di demeke nêz de dê dest bi avakirina nexweşxaneya nû were kirin.”

Girêdayî mijarê, li Qamişlo dê nexweşxaneya nexweşiyên jinan û zarokan were vekirin. Ew proje ji bo tevahî herêmê ye.

Dê budceya wê ji budceyên fînansê yên saziyên Rêveberiya Xweser were qutkirin, da ku valahiyên li Qamişlo werin dagirtin.

Dê ji nû ve pergala tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin.

Dawiya axaftinê xwe de Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ev proje di çarçoveya jinûve sererastkirin û avakirina saktora tenduristiyê de pêk tên.

Back to top button