Iraq 150 malbatan ji wargeha Holê vedigerîne Musilê

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ê Iraqê ragihand ku biryare 150 malbat ji Holê bê veguhestin ji bo parêzgeha Musilê.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan ê Iraqê Elî Ebas Cîhangîr bi daxuyaniyekê ragihand ku biryare 150 malbat , ji Holê bê veguhestina wargeha Cede ya li parêzgeha Musilê.

Elî Ebas Cîhangîr dibêje:

“Em di dema girtina wargehan de, banga aramiyê dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku wargeha Holê li Rojavayê Kurdistanê ye û di navê de malbat û kesukarên çeteyên DAIŞ’ê tên ragirtin.

Li gorî bilançoyan di nava wargehê de nêzîkî 70 hezar kesên ji netewên cuda cuda tê de hene ku zêdetirî 30 hezar kes welatiyên Iraqê ne.

Ev wargeh ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê re metirsiyek mezine.

Lewma di vê çerçoveyê de bi fermî ji welatan hatiye xwestin ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe.

Back to top button