Salvegera 18. a damezirandina Kongra Star

Rêxistina jinan Kongra Star ji dema hatiye avakirin û heya niha ji bo bilindkirina jinan di her warî de asta têkoşînê bilind kir.
Jinên di Kongra Star de xebat dikin di jiyana siyasî û dîplomasî de xwe bi rêxistin kirine.
Meşa 18 salan ku berdêlên giran têde hatin dayîn bi dirûşma jin jiyan azadî vaye kongira star bi israra û hêzeke xurt pêşwaziya sala xwe ya nû dike.

Ji civakek zayind perest ku têde jin ji hemû mafan bê par bû ber bi civakake ku niha jin pêşengiya wê dike ye.

Di 15’ê çileya 2005’an de li rojavayê kurdistanê Yekîtiya Star ava bû.

Têkoşînên giranbûha û berdêlên giran ji aliyê jinên Yekîtiya Star ve hatin dayîn.

Piştî gelek gavên serkeftî yekîtiya star qadên xwe yên xebatê berfireh kir û di 15’ê Çileya 2016 an de bû kongra star.

Êdî wê xebata xwe li ser van armancan meztir kir:

  • Rizgarkirina jinan ji pergalên serdest û birêxistinkirina wê li gorî îdeolojiya rizgariya jinan.
  • Avakirina destûrekî nû ji bo Sûriya pêşerojê ku jin di wir de xwedî nasnameya xwe be û tê de xwe bi cih bike.
  • Kongra Star hemû destkeftiyên jina diparêze û di tekoşîna hemberî DAIŞ û zihniyeta DAIŞ pêşengtî kir û YPJ wek hêza parastina jin dibîne.
  • Wê dengê jinên Kurd û tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê bilind kir, parastina maf û xwestekên wê li cîhanê û Rojhilata Navîn belav kir.
  • Ji aliyê dîplomatîk ve xebatên xwe li ser astên herêmê û navneteweyî ve fireh kirin, û roleke girîng di bilindkirina rihê têkoşîna şoreşgerî û sekna li dijî zihniyeta baviksalar de lîstin.
  • Fikir û têkoşîna kongira star ji bo tevahî jinên bindest ên li cîhanê îlhamek e.
  • Ji bo pêkanîna sîstema hevserokatiyê ve jî hem di Rojhilata Navîn de hem jî di giştî cihanê de bû modelek.

Têkoşîn û berxwedana ku jinan di Rojavayê Kurdisatnê de dane meşandin bi destpêkirina şoreşê re, hişt ku cîhan erê bike ku şoreşa Rojavayê Kurdisatanê şoreşa jinan e, û ev şoreş bû qûbleta tevahî jinên ku ji azadiyê re dilên wan lê dide.

Mîna rêber Abdullah Ocalan dibêje; “Sedsala 21’an sedsala rizgarkirina jinan e, sedsala ku jin tê de ji nû ve dest bi nivîsandina dîroka xwe ya azadiyê bi reng û pênûsa xwe bikin.

tevî di salên xebatê rûbirûyî gelek astengî û zehmetiyan hat, lê gihaşt qonaxeke ku tevahî rêxistinên jinan tev li wê bibin û bû çavkaniya rêxistina wan.

Kongira star ne tenê li rojava ye lê belê şaxê wê çû Başûrê Kurdistanê, Lubnan , Ewropayê.

Ew xebat û roleke mezin di derxistina sûc û binpêkirinên li dijî jinan ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li herêmên dagirkirî pêk tê dilîz e.

Jinên di Kongra Star de xebat dikin di jiyana siyasî û dîplomasî de xwe bi rêxistin kirine.

Her du salan jî kongireyên xwe li dar dixin.

Ji bo pêkanîna armancên xwe, 12 komîteyên mîna Perwerde, civakî, siyasî, têkilî û tifaqên demokratîk, parastina cewherî, hiqûq û dad, aboriya komînal, aborî, çand û huner, Çapemenî, Tenderûstî û Ekolojî xebat dide meşandin.

Di hemî komîteyan de, kar û projeyên cihêreng ên xweser têne pêşxistin û xebatek bê hempa tê kirin.

Kongra Star, hevrê Sara, Fîdan, Leyla, zeyneb, Fatma, Gulê Selmo, Yadê Eqîde, Yadê Emîne , Hebûn û Zehra, ji Hevrîn, Amara, Hind, Seida, Sosin û Jiyan Tolhildan di meşa azadiya jin de şehîd bûn dike hîmê têkoşînê û ji bo xwe sembol dibînin.

Meşa 18 salan ku berdêlên giran têde hatin dayîn bi dirûşma jin jiyan azadî vaye kongira star bi israra û hêzeke xurt pêşwaziya sala xwe ya nû dike.

Back to top button