EM Ê BI HER AWAYÎ BERSIVÊ BIDIN BANGA KNK Û DAXWAZÊN GELÊ XWE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bersiva banga KNK’ê da û diyar kir ku ewê bi her awayî bersivê bidin banga KNK’ê û daxwazên gelê xwe. Her wiha KCK’ê dest nîşan kir ku ew ê vê yekê jî bi helwest û pratîka xwe nîşan bidin.

27’ê Tîrmeha borî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi navê civîna helwesta neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk civînek berfereh li paytexta Belçîk Brukselê li darxistibû.

KNK’ê bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi lezgînî li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiva banga KNK’ê da.

KCK’ê karê KNK’ê pîroz kir û got:

” Ev civîn ji aliyê gel û hêzên siyasî hemûyan ve bi rengekî erênî hatiye pêşwazîkirin.

Em jî soz didin ku ji bo banga KNK’ê bi berpirsyariya xwe tevbigerin.”

KCK’ê bi bîr xist gelê Kurd bi berdêlên giran têkoşîna demokrasî û azadiyê meşand û bi vê têkoşînê bi xurtî dest bi sedsala 21’ê kir û derfetên mezin ên serketinê afirand.

” Di serî de dewleta Tirk hemû hêzên ku dixwazin destketiyên Kurdan ji holê rakin herî zêde ji neyekbûna partiyên siyasî yên Kurdan sûdê werdigirin.

Dixwazin tevgerên siyasî yên Kurdan li ber hev rakin û di navbera wan de şer derxînin.

Halbûkî di vê serdemê de ku bi qasî firsendan metirsî jî gelekî zêde ye, yekîtiya Kurdan di asta jiyanî de girîng e. Eger rewşa ji hev parçebûyî bidome, ne tenê firsendên heyî wê destketiyên heyî jî ji dest biçin. ”

KCK’ê diyar kir ku di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partî, tevgerên siyasî, rewşenbîr, hunermend û saziyên civakî yên demokratîk. Gel li tevahiya Kurdistanê jî helwesteke bi vî rengî ji wan hêvî dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiyê soz da ku ewê bi her awayî bersivê bidin banga KNK’ê û daxwazên gel .

Her weha ew amade ne ku vê bangê pêk bînin û ew ê vê yekê jî bi helwest û pratîka xwe nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button