Bi piştgiriya Komîtiya Tenduristiyê ya navçeya Çil Axa, Şaredariya Gel li navçeyê dest bi hemleyeke paqijiyê kir.
Hemle ji pêşiya şaredariya navçeyê bi beşdariya 100 endam û rêveberên saziyên sivîl, komîn û Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.
Hate ragihandin ku rêyên sereke û şaxî û geraca navçeyê hatin paqijkirin.
Derbarê hemleyê de hevserokê Şaredariya navçeyê axivî û diyar kir ku armanc ji vê hemleyê mayîndekirina çanda paqiyê di nava civakê de ye û got: “Divê hemû ferdên civakê ji bo paqijiyê bi me re alîkar bin”