Li welat û derveyî welat piştgiriya Rojava tê kirin Kurdistanî û dostên xwe li Swêdê şevahengek bi navê Rojava Biparêzin li darxistin.
Şevahenga ku bi pêşengtiya Nûnertiya PYD’Ê ya li bajarê Stockholmê pêk hatî, bi beşdariya gelek hunermend, siyasetmedar û rewşenbîran hate lidarxistin.
Li ser navê bûroya Rojava ya li Swêd Şiyar Alî axivî û diyar kir ku ev kombûna wan di vê kêliyê de li dora hev serkeftinek bi xwe ye û got: “Li her devera Rojava keç û xortên Kurdan di çeperên şer de ji bo parastina rûmet û axa xwe li ber xwe didin.
Îro dîsa di bin dirûşmeya “Jin, Jiya, Azadî” de li Rojhilatê kurdistan û Îranê jî gel li ber xwe dide.
Ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi yekgirtin heye.
Li ser navê Partiya Çep a Swêdê jî Valter Mutt got “Ez bi xwe weke siyasetmedarek hizra konfederazma demokratîk pir hêja û baş dibînim.
Xwediyê wê fikrê jî ku birêz Abdullah Ocalane, ez daxwaza azadiya wî dikim.”
Şevaheng bi stran û gerandina dîlanan bi dawî bû.