Çeteyên DAÎŞ’ê li Germiyanê du şivanên Kurd revandin

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Kifrî ya Germiyan 2 şivanên Kurd revandin û ber bi cihek nediyar ve birin.

Îro li danê piştî nîvro çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Zinane ya ser bi bajaroka Kifrî ya girêdayî îdareya Germiyan, 2 şivanên Kurd yên bi navê Mihemed Hisên Elî (17) û Sebah Hesen Reşîd (20) revandin.

Rêveberê Zinane Wehab Ehmed ji Rojnews’ê re axivî û ev yek piştrast kir û diyar kir ku heta niha agahiyeke zelal derbarê wan de nehatiye gitin.

Her wiha Fermandarekî Leşkerî yê li herêma Zinane destnîşan kir ku herdû şivanên hatîn revandin pezê xwe biribûn nêzîkî gundê Şoraw ku ew herêm dikeve nava herema di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de û wiha got:

“komek çete hatin, ew girtin û revandin. Ber bi cihek nediyar ve birin. Heta niha aqûbeta her 2 şivanan jî nediyare.”

Back to top button