Li Nepalê balafireke rêwiyan kete xwarê

Li Nepalê balafireke rêwiyan a ku 72 kes tê de bûn kete xwarê. Herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Balafira bi tîpa ATR 72, ku ji şîrketa Rêyên Hewayî bû, ji bajarê Katmandû bi hewa ket û berê xwe da bajarê Pokharayê.

Balafir di dema xwedanînê de kete xwarê.

Reutersê ragihand ku heta niha cenazeyê 40 kesî hatine dîtin.

Berdevkê Rêyên Hewayî diyar kir ku ew nizanin bê kes ji bûyerê filitî ye yan na.

Rayedarekî din ê balafirgehê jî diyar kir ku di balafirê de 5 kesên ji Hindistanê, 2 kesên ji Koreya Başûr, yekî Fransî, Awûstralyayî, Arjantînî û Îrlandayî hebûn.

Serokwezîrê Nepalê Pushpa Kamal Dahal bang li desteya wezîran kir ku bi lez bicive.

Back to top button