Pûtîn pesnê dînamîka şerê li dijî Ukraynayê dide

Şerê li Ukrayînayê didome. Serokê rûsya Putîn operasyona tayîbet a leşkerî ya dijî Ukraniya bi erênî nirxand û bi gotina wî “hêviya ku hêzên wî hîn zêder serkeftina bi dest bixe” pesna kontrolkirina bajarokê Solîdar da.

Serokê rûsya Putîn operasyona tayîbet a leşkerî ya dijî Ukraniya bi erênî nirxand û bi gotina wî “hêviya ku hêzên wî hîn zêder serkeftina bi dest bixe” pesna kontrolkirina bajarokê Solîdar da..

Serokê Rûsyayê Putin got: “Her tişt di çarçoveya plana Wezareta Parastinê û Serfermandariya Giştî de pêş dikeve…

Hêvîdarim hêzên me, bi encamên şerê xwe, zêdetir me kêfxweş bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan duh Şemiyê “pêlek” êrîşên mûşekî li ser artêşa Ukraynayê û cihên binesaziyê pêk anîn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, “Hemû hedefên ku hatibûn destnîşankirin, bi awayekî serkeftî hatin hedefgirtin…Armancên lêdana mûşekî hatin bicihanîn.”

Hejmara kuştiyên êrişa Rûsya a li ser dnîpro derket 18’a

Li aliyê din, Waliyê herêma Dnipro-petrovskê ya Ukraynayê îro sibehê ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşa mûşekî ya Rûsyayê avahiyek li bajarê wêran kir, û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayî jî bû18 .

Di heman demê de tîmên rizgarkirinê tevahiya şevê xebatên lêgerînê ji bo kesên di bin kavilan de domandin.

Berpirsyaran hişyarî da ku êrişên Rûsiya di rojên pêş de li ser cihên enerjiyê bêhêle ku paytext Kîyêv û beşên mezin ên welêt di tariyê de bimînin.

Ukrayna tankên Alman ji bo li ser piyan bîmîne girîng dibîne

Her wiha di çarçoveya desteka welatên Ewrûpa ji bo Ukraniya jî Koma berhemanîna çekan a Almanî  “Rheinmetall” ragihand ku radestkirina tankên “Leopard” ji xizîneyên kompanyayê wê demekê bixwe..

Ev yek di demekê de ye ku balyozê Ukraynayê li Almanya, Oleksiy Makiev, daxwaz ji hikûmeta federal kir ku pêwîst e Tankên “Leopard 2” bi rengekî bilez ji welatê wî re bên şandin hat.

Serokê Lijneya Rêvebir a Koma “Rheinmetall” Armîn Baberxer ji rojnameya Almanî re axivî û got: “Her çendî sibe biryar bê dayîn ku em destûr bidin tankên xwe yên “Leopard” bişînin Kivê, lê radestkirin wê heta destpêka 2024’an pêk neyê…”

Back to top button