Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.
Kongreya Rêxistina HDP’a Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, ji Şer û Kedxwariyê re Na!” hat dest pêkirin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn.
Di kongreyê de raporên xebatê hatin xwestin û nirxandin hatin kirin.
Paşê, ji bo hilbijartina hevserokên HDP’a Amedê dengdan çêbû.
Gulistan Ata-soy û Zeyyat Ceylan dîsa bûn hevserok.