HRE: 7 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK LI ŞÊREWA HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê, derbeyên giran li Artêşa Tirk û çeteyên wê dixînin. Di encama çalakiya hêzên Rizgariyê li Şera û Şêrawa de, 7 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 9’ê Tebaxê hêzên wan li gundê Kîmarê yê Şêrawa li dijî alav û baregehên leşkerî yên Artêşa Tirk, 2 çalakî pêk anî.

Di van çalakiyan de, erebeyek bar-hilgir a ku karê mêtîngerî û avakirina dîwarê dagirkeriyê dikir hat ruxandin û ajokarê wê jî hat kuştin.

Her wiha hêzên rizagariyê diyar kir ku li heman gundî, çalakiyek li dijî kombûneke leşkerên Tirk li dar xist.

Di encamê de, 7 leşker hatin kuştin û 2 serbazên payebilind jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk bi 3 balafiran kuştî û birîndarên xwe ji erdê rakirin û birin nexweşxanyê.

Leave a Reply

Back to top button