Li Ranyayê ciwanan li dijî tecrîd û çekên kîmyawî nerazîbûn nîşandan

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li navçeya Ranyayê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û karanîna çekên kîmyawî li dijî gerîlayan çalakiyek lidarxistin.

Çalakî li Parka Derwaze ya Ranyayê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan Agir Raperîn axivî û got: “Ev 10 mehin dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî û komkujiyan li dijî gerîlayên azadiyê bikartîne.

Em van êrişan şermezar dikin û em ê li beramberî van êrişan bêdeng nemînin.”

Derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de jî Agir Raperîn got: “Sedema girankirina tecrîdê jî ji ber binkeftina wî ya di şerê li dijî gerîla de ye ku nizane çawan binkeftina xwe veşêre.”

Back to top button