Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê bang li sekreterê giştî yê NY′yê kir ku dewleta Tirk a dagirker di dadgeha navneteweyî de darizîne.
Di peyama ku ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres re hatî şandin wiha ye:
“Zêdetirî 22 mehane, dewleta Tirk cezayên displînê li ser Rêber Apo dibire.
Bi vê sûcekî din li sûcê xwe yê navneteweyî û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd zêde dike.”
Di dawiya peyamê de ev bang hatin kirin: “Divê DMME′yê madeya 19′an a mîsaqa têkoşîna li dijî êşkenceyê aktîf bike û CPT aktîf bike.
Divê li ser madeya 6′an a mîsaqa NY′yê were xebitandin, li gorî wî komeleya giştî li gorî pêşniyara Meclisa Ewlehiyê dewleta Tirk ji Rêxistina NY`yê derxe.
Piştî ku civata navneteweyî destwerdanê bike ku çarenûsa rêber Ocalan were eşkerekirin û projeya azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne, dewleta Tirk li dadgeha navneteweyî were darizandin.