Hêzên Asayîşê du şebekeyên ku madeyên hişbir belav dikirin girtin

Di roja 13ê çileyê de Piştî oparesyonên şopandinê ji aliyê hêzên li dijî hişbiran ve heft kesên ku li ser du şebeketan dabeşbibûn ji bo ku madeyên hişbir di nav taxên bajarê Minbicê de belav bikin, girtin.

Di dema serdegirtinê de hêzên li dijî hişbiran gelek madeyên hijbir, çek û peykerên kevnare desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de sûcdaran li xwe mikur hatin ku ji bo pereyan qezenc bikin û bêyî ku metirsiyên wê berçav bigirin madeyên hişbir belav kirine.

Kesên sûcdar tevî tiştên bi wan re ji desteya Dozgeriya Giştî re hatin şandin da ku rê û rêbazên zagonî derbarê wan de bên temam kirin.

Back to top button