Ji bo gihandina avê ji gundên bakurê Tebqayê re û sivikirina zextê li ser stasyonên Siwêdiyê û Ceiber, Yekîneya Avê ya Tebqayê stasyonek ava vexwarinê û xeteke sereke ya avê bi dirêjahiya 3 km ava dike.
Yekîneya Avê ya Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê ava dike ku wê xizmetî 5 gundên bakurê Tebqayê bike.
Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx da zanîn ku armanca projeyê kêmkirina zextê li ser stasyonên Ceiber û Siwêdiyê ye û diyar kir ku wê ava vexwarinê bidin nêzî 5 hezar şêniyên ji bajaroka Siwêdiyê û gundên wê.
Şêx diyar kir ku xeta sereke ya avê ya ji kenala avdanê ya Belîx û heta gundê Siwêdiyê biçûk 3 km ye.
Tê payîn ku herî dereng stasyon di meh û nîvekê de bikeve xizmetê.