Helbestvan Bêbuhar li Qamişlo hat bîranîn

Duh salvegera 14’an a koça dawî ya helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar) bû .
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê di parka Xwendinê ya Qamişlo de şevbuhêrkeke helbestan li dar xist.

Bi dehan rewşenbîr û şêniyên bajêr tevlî şevbuhêrkê bûn..

Di serî se endama yekitiyê Hesîne Ehmed der barê rola helbestvan Bêbuhar de axivî.

Piştre sînefizyonek li ser jiyana helbestvan û berhemên wî yên ku wî bi dengê xwe xwendine, hat pêşandan.

Her wiha, helbestvan hejmareke helbestvan bi xwendina helbestan beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Şevbuhêrk bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser jiyana helbestvan hat pêşkêşkirin.

Helbestvan Bêbuhar di 15’ê Çileya 2009’an de koça xwe ya dawî kiriye.

Back to top button