Dêrazor û Minbicê-10 Kesên ku madeyên hişbir belav dikirin hatin girtin

Hêzên Asayîşê li Minbic du şebekeyên madeyên hişbir girtin.
Li Dêrazorê jî 3 kesên ku li bajarokê El-Se’wa madeyên hişbir belav dikirin, girtin.

Hêzên Asayîşê derbarê vê yekî de daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di roja 13ê çileyê de heft kesên ku madeyên hişbir di nav taxên bajarê Minbicê de belav dikirn hatin girtin.

Di dema serdegirtinê de gelek madeyên hişbir, çek û hatin desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de sûcdaran li xwe mikur hatin ku ji bo pereyan qezenc bikin madeyên hişbir belav kirine.”

Hêzên Asayîşê derbarê operasyona li Dêrazorê jî ev agahî dan:

“Roja Çarşemê 11ê Çile, 3 kesên ku li bajarokê El-Se’wa madeyên hişbir belav dikirin hatin girtin.”

Hêzên Asayîşê tekez kir ku Kesên sûcdar tevî tiştên bi wan re ji desteya Dozgeriya Giştî re hatin şandin..

Back to top button