Beriya çend rojan, 28 partiyên Kurdî yên Rojava li hev civiyan û li ser li darixstina konferansekî û belgeyeke siyasî li hev kirin..Ajanas Hawarê jî, hin xalên belgeyê bi dest xistine parve kir..Li gorî vê, bang tê kirin ku, berjewendiyên partîtî bidin aliyekî û li helwesteke Neteweyî bizîvirin.Di heman demê, rizgarkirina Efrînê weke stratejiya sereke ya gelê Kurd tê destnîşankirin.Her wiha belge şerê navxweyî yê Kurdî jî bi sûcekî netweyî bi nav dike.
Hfeteya borî 28 partiyên Kurdî yên Rojava li hev civiyan.
Wê çaxê biryar girtin ku konferana yekîtiya Kurdî li dar bixin.
Di heman wextê de, hemû partiyan ji bo derxistina reşnivîsa belgeya siyasî li hev kir.
Ajansa Hawarê xalên belgeya ku dê di konferansê de were eşkerekirin, weşand.
Li gorî ajansê Xalên belgeya siyasî ya partiyên Kurdî bi vî awayî ne.
Divê mafê gelê Kurd di destûra Sûriya ya demokratîk a nenavendî were misogerekirin.
MAFÊ GELÊ KURD DI DESTÛRÊ DE WERE MISOGERKIRIN
Parstina û destekdayîna bi destkeftiyên şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser bê kirin.
PARASTINA RÊVEBERIYA XWESER WERE KIRIN
28 PARTIYÊN KURDÎ LI SER BELGEYEKE SIYASÎ LI HEV KIR
“RIZGARKIRIN EFRÎNÊ, MISYONA SEREKE YA TÊKOŞÎNA GELÊ KURD E”
QSD, YPG Û YPJ HÊZÊN REWAN NE
QSD, YPG û YPJ’ê, hêzên rewa ne û herêm ji terorê parstin.
RIZGARKIRINA EFRÎNÊ STRTEJIYA SEREKE YA GELÊ KURD E
Rizgarkirina Efrînê misyona sereke ya têkoşîna gelê Kurd û hêzên wê ye.
KONGREYEKE NETEWEYÎ WERE LIDARIXSTIN
Hewl ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ku stratejiya Kurd li her çar aliyên Kurdisanê xêz bike bê dayîn.
BERJWENDIYÊN NETEWEYÎ BINGEH WERIN GIRTIN
Berjewendiyên Neteweyî di ser ên partîtî werin girtin.
DEST JI TÊKILIYÊN ZIYANÎ DIDE KURDISTANÊ WERE BERDAN
Dest ji têkiliyên ku ziyanê dighîne aliyên Kurdistanê were berdan.
28 PARTIYÊN KURDÎ LI SER BELGEYEKE SIYASÎ LI HEV KIR
ŞERÊ “KURDÎ-KURDΔ SÛCEKÎ NETEWÎ YE
ŞERÊ KURDÎ – KURDÎ SÛCEKÎ NETEWEYÎ YE
Di belgeyê de şerê Kurdî-Kurdî weke sûcekî neteweyî tê pênasekirin û bang li li hêzên neteweyî tê kirin ku destekê bidin têkoşîna jin û ciwanan.
Di dawiya belgeya ku ajansa Hawarê parvekiriye de bang tê kirin ku hemû netewên din di çarçoveya yekîtiya Kurdistanê de bên parastin û têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan de li Rojava werin pêşxistin.