Daîreya Têkiliyên Derve civîna xwe ya salê li darxist .
Di civînê de bi awayekî berfirey de rewşa dîplomasiyê ya saziyên Rêveberiya Xweser a 2022`yan hat nîqaşkirin .
Daîreyê encama civîna xwe ya salê eşkere kir.
Nûnerên Rêveberiya Xweser ên derve,Desteya Tenduristiyê, Perwerde, Şaredariyan, Çand û Zanîngeha tev li civînê bûn.
Di civînê de rewşa siyasî pêşketinên siyasî li ser qada cîhanê, herêmî û bandorên wê li ser aloziya Sûriyê hatin nirxandin.
Her wiha di civînê de beşdaran rewşa qada dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a sala borî, nîqaş kir..
Kêmasî û mekanîzmeyên ku negihştin asta pêwîst hat nirxandin.
Li ser wan nîqaş û nirxandinan, plnasazî ji bo dema nû hate dayîn.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Çiya Kurd axivî..
Çiya Kurd behsa girîngiya kar û xebatên dîplomatîk a stratejîk di pêvajoya bê de kir û got:
“Divê kar û xebatên di vî warî de li gorî pêşveçûnên ku rû didin, werin bi pêş xistin. ”
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû
- Hin xalên ku encamnameyê de derketine wiha ye:
- Pêşxistina kar û xebatên dîplomasî li gorî “rêgeza şerê gel ê şoşregerî ekra hemû sazî û rêxistinan e.
- Ji bo qebûlkirina Rêveberiya Xweser bi rihê serferberiyê têkiliyên dîplomasî yên heyî bên bikaranîn..
- Xurtkirin têkilî û hevbendiyê bi hêzên demokratîk re..
- Meşandina kar û xebatan ji bo damezirandina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê.
- Di çarçoveya têkoşîna li dijî teror û DAIŞ`ê de, divê hemû berpisyariyên xwe li ser astên siyasî, aborî, mirovî û fikrî pêk bînin.
- Birêxistinkirina kar û xebatên hiqûqî li ser asta navneteweyî..
- Pêşxistina diyaloga Sûrî-Sûrî û pejirandina wê weke çareseriya siyasî ya herî baş.