Xebatê Şaredariya Gel a Qamişlo di nava salekê de

Şaredariya Gel a Qamişlo di sala 2022’an de gelek projeyên xizmetguzarî ji bo bajêr pêk anî û ji bo sala 2023’an jî plansazî yên nû daye pêşiya xwe. Nûçegihanê me Ciwan Mistefa têkildarî xebatên şaredariyê raporek amadekiriye em bi hev re temaşe bikin.

Şaredarî, yên ku kesên herî zêde li parastina xweza û paqijiya vî welatî xwedî derdikevin e.

Ev şaredarî li ser bingeh û fikrê Rêber Apo bi dirûşma (paqijî çand e, jîngeh a me û nifşên me yên bê ye, em parastina wê bikin û em di paqijî û parastina wê de hemû hevkar in) xebatên xwe dimeşînin.

Şarediya Qamişlo di sala 2022 xebateke mezin û serkeftî ji vî gelî re kir.

  • Di nava selekê de şaredariyê:1- 25 Hezar Kîlometre rêyên taxên hîlêliyê, xerbî, kornîş ûmfirsan zift û sererast kir
    2- 37 projeyên sererastikirina kanalîzosyon û projeyê avê pêk anî
    3- Ji bo bikaranîna pêyareyan 6 projeyên kevirên şikandî pêk anî
    4- Di çarçoveya parastina jingeh û jiyaneke bi tendurist 18 baxçe ango hedîqe ji bo şêniyên bajarê qamişlo hate çêkirin û sererastkirin.
    5- Xeta di navbera çerxerêya Apê Yusif Gulo û Osman sebrî hate sererastikirin û ronîkirin.
    6-250 cihê taybet yê çopê ji bo paqijiya bajêr hatin belavkirin.

Şêniyên bajêr li hember van projeyan kêfxweşin

Yek jî cihê pêkanîna van projeyan taxa Hîlêliyê ye.

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ev riya ku niha hatiye zift kirin di destpêka sala 2022’an xelkên vê taxê ji ber koncal û heriya zivistanê bi gilî û gazincbûn.

Yek ji pirojeyên Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ya sala 2022’an ew ku qîrkirina van kolanan bûn.

Şêniyên vê taxê têkildarî xebatên şaredariyê de kêfxweşî û piştgiriya xwe anîn ziman û gotin:

Lê ev xebatên ku niha şaredarî pêk anî, di nav şert û mercên gelek zehmet de pêk hat.

Taybet jî êrîş û rewşên nexweşiyê li herêmê nebûn kelem li pêş şaredariyê.

Şaredariya Bajêr li hemer van astengiya rewşa ararte ragihand û bi xebatkar û karmendên xwe daketin nava gel û projên xwe pêk anîn.

Ji bo projeyên sala 2023’an jî şaredariya gel a Qamişlo van hazirtiya dike.

Şaredariya gel ji bo gel e, wê bi hevkariya gelê xwe 46 pirojiyên sala 2023 pêk bîne.

Back to top button