Wezîra Parastinê ya Alman Lambrecht îstifa kir

Wezîra Parastinê ya Almanya Christine Lambrecht piştî rexneyên li ser nûjenkirina leşkerî û şandina alîkariyên leşkerî ji Ukraynayê re îstifa kir.

Wezîr Lambrecht bi peyama vîdeoya ku di şeva sersalê de fîşekên hewayî hatin avêtin, bû cihê rexneyan.

Lambrecht ku li Almanyayê ji ber “bêbandorî” û “gotinên nerast” ên di şerê Rûsya û Ukraynayê de dihat rexnekirin, bi daxuyaniyekê îstifa xwe ragihand.

Lambrecht diyar kir ku wî îstifa xwe pêşkêşî Serokwezîr Olaf Scholz kir û ji ber zextên li ser çapemeniyê gilî kir.

Di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi mehan e ku bala medyayê li ser mine.

Ev yek nahêle, hêzên çekdar û biryarên polîtîkayên ewlehiyê yên ku di berjewendiya hemwelatiyên Alman de ne, nûçe û nîqaşên objektîf bên kirin.

Divê leşker û gelek kesên xwedî motîvasyon di artêşê de li pêş bin.

Ji ber vê yekê min biryar da ku dev ji karê xwe berdim.”

Di demekî ku 100 mîlyar euro budçeyek ji bo ewlekariyê hate cudakirin de, rexneyên li ser weîzra parastinê qet kêm nebûn.

Bêhelwestiya wê ya di şerê li Ukrayna û gotinên wê bû sedema ku welatên Ewropa jî li ser mijarê ne rehet bin.

Back to top button