Sembola serhildana Cizîrê…Binevş Agal

Binevş Agal ango Berîvan li Cizîra Botanê yek ji sembola berxwedanê ye. Piştî Binevşê jinên Botanê dan ser şopa Bêrîvanê, serhildana wê ji bo xwe mînak girtin û tevlî têkoşînê bûn.Binevş Agal bi nasnav (Berîvan) sembola berxwedana Cizîra Botan e. Çirûska serhildanê ku Binevşê pêxist heta roja îro jî Botanê ronî dike.

Binefş Agal bi nasnav Berîvan…

Di 1966 de li gundê Bazîwanê yê navçeya Qûbînê ya Êlîhê li malbatekê Êzîdî çavên xwe li jiyanê vedike.

Piştî darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî ligel malbata xwe ji neçarî koçî Ewropayê dike.

Di sala 1984an de pêngava 15ê tebaxê çawa ku di nava civakên Tirkiye û Kurdistanê de dengek mezin veda, hewiha bandor li civaka kurd ya li derveyê welêt jî kir.

Binevş li Ewropayê sekna xwe ya ji bo azadiyê nîşan dide û bi awayekî aktîf di nava xebatên azadiya Kurdistanê de cihê xwe digire.

di sala 1985’an de biryar digire bibe ferdek vê serhildana dawî ya kurdan û ji Ewropayê tevlî nava refên PKKê dibe.

Destpêkê çiyayên Kurdistanê piştre jî derbasî Rojava dibe.

Di sala 1986’an de tevlî Kongra 3. PKK’ê ya li Geliyê Bekaa yê hati li darxistin dibe.

Demekê li Geliyê Bekaa li gel Rêber Apo perwerde dît û piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû.

Piştî gelek xebat li vir dan meşandin derbasî herêma Botanê bû

Bêrîvan ji bo şoreşa Kurdistanê li cihê ku çûyê, bitaybet li herêma Botanê şoreşeke civakî pêk anî.

Ji bo jina Kurd di hemû qadên têkoşînê de cih bigre, şoreşeke mezin avakir.

Ev şoreş ji teorî zêdetir, bi pratîka xwe, bi sekna xwe ya milîtanî pratîze kir.

Bêrîvan milîtaneke Şerê Gel ê Şoreşgerî ya pijyayî bû.

Bi vê xebata xwe di dilê Gelê Botanê de cihekî taybet girt.

Di 16’ê Çilê ya 1989’an li Cizîrê li ser mala ku Binevş lê dima operasyonek hat kirin.

Wê digrin êşkence lê dikin, dema teslimyetê red dike, bi 18 guleyan wê şehîd dixin.

Binevş bi bîr û baweriya xwe ya têkoşîna Kurd û Kurdîstanê dibe yek ji pêşengê jinan.

Berîvan bi têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Cizîrê û tevahîya Botanê kir.

Bi şehadeta wê re hemû tabûyên paşverû hilweşiya.

Ji bo jina Kurd rêya têkoşînê û rêbazê têkoşînê eşkere bû.

Bêrîvan bû sembola têkoşîna Kurd û bû pêşenga jinên Kurd ya şoreşger û azadîxwaz.

Wêrekiya wê hêz da jinên Botanê. Jinên Kurd ala Bêrîvan bilindtir hildan û bûn pêşengê vê şoreşê.

Li Cizîrê bû sembolek û serhildan pêk anî.

Piştî şahadeta wê bi sedan malbatî navên zarokên xwe kirin Bêrîvan.

Çirûska serhildanê ku Binevşê pêxist heta roja îro jî Botanê ronî dike.

Back to top button